Ronahî TV agahiyên nû derheqê buhayê mazotê de bi dest xistin.
Hikûmeta demkî ya Sûriyê dixwaze buhayê mazotê li serasnerî Sûriyê bibe yek.
Ji ber vê çendê, dê piştgirî ji ser hemû cureyên mazoytê bê rakirin û bihayê wê bibe bi 88 centan.
Lê li Parêzgeha Hesekê ji ber pirsgirêka kehrebeyê, dê mazota cenetretoran wekî xwe bimîne.
Li gor agahiyên me bi dest xistin, dê piştgirî ji ser mazotê bi temamî bê rakirin.
Heman çavkaniyan got ku dê buheyê mazotê li seranserî Sûriyê bi daxwaza hikûmeta demkî bibe yek.
Li ser vê bingehî, dê mazot bi gihştî bibe buheyek û ew jî bi 88 centên amerîkî ye.
Li gor agahiyan, li Parêzgeha Hesekê dê piştgiriya mazota cenetretoran li gor derfetan bê kirin û dê wekî xwe bimîne.



