Li parkeke taxa Kebaba ya bajarê Hesekê teqemeniyek bi zarokekî de teqiya û birîndar bû.
Li parkeke taxa Kebaba ya bajarê Hesekê agirek rû da.
Zarokekî ku hewl dida alîkariya vemirandina agir bike, teqemenyek pê de teqiya û birîndar bû.
Zarokê bi navê Iyan Umer rakirin nexweşxaneyeke bajarê Hesekê û rewşa wî ya tenduristî aram e.
Hêzên Ewlehiya Hundirîn herêm dorpêç kirin û lêpirsînê dest pê kirin.



