KCK: Bersiva herî bi wate ya ji komployê re tevlîbûna pêngava azadiyê ye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera 25’an a komploya navneteweyî daxuyaniyek nivîskî da û got ku bersiva herî bi wate ya ji komployê re bê dayîn, tevlîbûna pengava azadiyê ye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera 25’an a komploya navneteweyî ya 15’ê sibatê daxuyanî da.

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

“25 sal li ser komploya esareta Rêber Apo re derbas bûn ku bi komployeke navneteweyî hat girtin.

Di salvegera 25’an a komploya navneteweyî de em car din komployê û hêzên di komployê de cih girtin bi tundî şermezar dikin.

Gelê Kurd 25 sal in li dijî komployê di nava têkoşîneke bênavber de ye.

Têkoşîna li dijî komployê û yekbûna bi Rêber Apo re li Kurdistanê veguherî têkoşîna xwedî derketina li azadiyê.

Veguherî ziman, nasname, îrade û jiyana gelê Kurd.

Bi komploya navneteweyî dihat armanckirin ku gelê Kurd dest ji têkoşîna azadiyê berde, lê gelê Kurd li dijî komployê têkoşîna azadiyê mezin kir.

Ev têkoşîn bi dirûşmeya HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN destpê kir û îro bûye gerdûnî.”

KCK: Rêber Apo nehişt komplo bighîje encamê

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê da zanîn ku Rêber Apo nehişt komplo bighîje encamê û got;

“Helwesta Rêber Apo û gelê kurd ya li hemberî komployê, rê li ber armanca komplogeran girt. Rêber Apo helwesta herî bi wate nîşan da û nehişt ku komplo bigihije encamê.

Bi kûrbûna xwe feraseta azadiyê nîşanî mirovahiyê da û ne tenê komploya 15’ê Sibatê hemû komplo pûç kirin. ”

KCK: Em tevlî pêngava azadiyê bibin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê herî dawî banga beşdarbûna pêngava Azadiyê kir û got:

“Em careke din bang li her kesî dikin ku bi xurtî tevlî pêngava azadiyê bibin.

Bersiva herî watedar a li hemberî komploya navneteweyî û hêzên komploker ew e ku bi xurtî tevlî pêngava azadiyê bibin.

Em li Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava û hemû cîhanê tevlî pêngava azadiyê bibin, komployê têk bibin û jiyana azad ava bikin.”

Dûran Kalkan: Komplo xwedî armanca êrîşeke tunekirinê bû

Back to top button