Elaa Elî: Malbatên Iraqî DAIŞ’î ne û bi qaçaxî derbasî herêmê bûne

Rêveberê Meclisa Serê Kaniyê û yê kampa Mebrûka diyar kir ku malbatên Iraqî yên li Serê Kaniyê, malbatên çeteyên DAIŞ’ê ne. Herduan da zanîn ku ew malbat ji kampa Eyn Îsa û Holê hatin revandin, armanc jê jî guhartina demografî ye.

Li Serê Kaniya dagirkirî malbatên Iraqî yên DAIŞ’ê hatine bicihkirin û dewleta Tirk nasnameyan dide wan.

Ev yek jî, aramnca dewleta Tirk a guhertina demografiya herêmê û çewisandina nasname û çanda wê eşkere dike.

Beriya dagirkirina Serê Kaniyê malbatên Iraqî li wir tune bûn…

Pirsa xwe li vir dide der jî, ev Iraqî ji ku derê hatine?..

Endamê berê yê Meclisa Serê Kaniyê Elaa Elî da zanîn ku ew malbatên Iraqî, malbatine çeteyên DAIŞ’ê ne û li kampa Holê bûn.

Lê piştî dagirkirina Serê Kaniyê, dewleta Tirk ew malbat bi qaçaxî derbasî wir kirin.

Ji bilî wan jî malbatên ji Idlib, Homis, Hema û herêmên dîtir ên Sûriyê li wir hene.

Elaa Elî: Tenê nav ji DAIŞ’ê, bû Artêşa Niştimanî

Li aliyekî din jî hat gotin ku, malbatên Iraqî yên niha li Serê Kaniyê ne, berê li kampa Mebroka ya li rojavayê bajêr ya dûrî wê bi 20 km, bûn.

Riyad Mirî: Ev malbatên Iraqî berê ne li kampa Mebroka bûn

Di vê çarçoveyê de, endamê berê yê kampa Mebroka Riyad Mirî anî ziman ku di 2017’an de malbatên Iraqî ji kampa navborî ber bi ya Holê ve hatin şandin.

Me di dema dawîn de bihîst ku malbatên Iraqî li Serê Kaniyê hene.

Idîa dikin ku ev malbat ji Kampa Mebroka hatin lê belê ev tişt ne rast e.

Me weke rêveberiya kampê, malbatên Iraqî yên li kampa Mebroka di Nîsana 2017’an de şandin kampa Holê.

Mabatên Iraqî yên niha li Serê Kaniyê, DAIŞ’î ne.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe bi vê siyaseta xwe, armanc dikin ku guhartina demografî ya mezin û qirkirina nijadî, li dijî gel pêk bînin.

Back to top button