Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Refahê ya Xezayê de 10 kes mirin

Rojane hejmara kuştî û birîndarên şerê li Xezayê zêde dibe.
Di şer de leşkerekî din yê Îsraîlê hate kuştin.
Di bombebaran li dijî Refahê de jî 10 kes mirin.

Şerê Hemas û Îsraîlê yê li Xezayê didome û hejmara kuştî û birîndaran rojane zêde dibe.

Beriya meha remezanê Îsraîl hewl dide operasyona bejahî li dijî herêma Refahê ya Xezayê dest pê bike, hêzên navnetewî jî hewl didin agirbest pêk were.

Lê artêşa Îsraîlê ji aliyekî amadekariya operasyonê dike û li aliyê din jî êrişên ezmanî didomîne.

Hat ragihandin di bobmebarana li dijî du avahiyên li Refahê de 10 kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê li Xan Yunus a Xezayê bi dehan kes girtin

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku wan li herêma Xan Yunus ya Xezayê bi ser nexweşxaneya Nasir de girtine û bi dehan gumanbarên terorê girtine.

Artêşa Îsraîlê diyar kir wan agahî girtine ku dîl girtî li nexweşxaneyê hene.

Lê Hemasê ev îdia derewand.

Di şerê li Xezayê de leşkerekî Îsraîlê hat kuştin

Li gorî dezgehên ragihandinê yên Îsraîlê di şerê li başûrê Xezayê de leşkerekî Îsraîlê yê din hatiye kuştin û hin leşker jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ji destpêka êrişên bejahî yên Îsraîlê ên li dijî Xezayê de hejmara keşkerên hatine kuştin derket 243’an.

Biden û Netanyahû bi telefonê hevdîtin kirin

Mijara pêkanîna agirbestê û bi hev guhertina dîl girtiyan jî di rojevê de ye.

Li gorî daxuyaniya Qesra Spî Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû hevdîtina bi telefonê pêk anîne.

Biden: Heta ewlekariya sivîlan pêk neyê divê li dijî refahê êriş neyê kirin

Li gorî daxuyaniyê Biden ji Netanyahû xwestiye heta ku ewlekariya sivîlên li herêma Refahê pêk neyê divê êriş neyê kirin.

Her wiha Biden diyar kiriye ji bo di demeke kurt de hemû dîl girtî bên berdan wê xebatên xwe zêde bikin.

“Em li dijî zextên ji bo naskirina dewleta Filistînê stuyê xwe natewînin”

Her wiha Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû jî têkildarî rewşa şer û mijara avakirina dewleta Filistînê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal daxuyanî da.

Netanyahû diyar kir di mijara avakirina dewleta Filistînê de wê li hember zextan stuyê xwe netewînin û got,

“Îsraîl wê dijberiya xwe ya li dijî naskirina yek alî ya dewleta Filistînê bidomîne. Piştî komkujiya 7’ê Cotmehê naskirineke wiha wê bibe xelateke ji bo terorê û peymaneke aştiyê ya pêşerojê asteng bike.”

Di êrişa Îsraîlê ya li dijî Libnanê de 10 kes hatin kuştin

Back to top button