Hevalbendên NATO’yê milyonek balafirên bê mirov bişîne Ukraynayê

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg ragihand ku hevalbendên NATO’yê li hev kirine ku mîlyonek balafirên bêmirov bişînin Ukraynayê.

Stoltenberg piştî Civînên Wezîrên Parastinê û Konseya NATO-Ukraynayê ku li baregeha NATO ya li Brukselê pêk hatin, daxuyanî da çapemeniyê.

Sekreterê Giştî got:

“Grûpeke hevalbendan bi armanca gihandina mîlyonek balafirên bêmirov bo Ukraynayê tên cem hev.

20 hevalbendên NATO’yê jî biryar dane koalîsyoneke paqijkirina mayînan ava bikin.”

Stoltenberg di bersiva pirsekê de kêfxweşiya xwe ya ji ber xebatên hevpar ên paqijkirina mayinan ên Tirkiyê, Bulgaristan û Romanyayê yên li Deryaya Spî nîşan da.

Jens Stoltenberg diyar kir ku van hewldanan hişt ku Ukrayna deryayên xwe bikar bîne, li hemberî Rûsyayê serkeftinên li deryayê bi dest bixe.

Stoltenberg her wiha ragihand ku biryar hatiye dayîn ku li Polonyayê navendeke nû ya analîz û perwerdehiya hevpar a NATO û Ukraynayê were avakirin.

Back to top button