Iraq: Pêwîstiya me bi hevpeymana navnetewî nemaye

Serokwezîrê Iraqê di civîna bi Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte re aşkere kir ku êdî di şerê li dijî terora DAIŞ’ê de pêwîstîya wan bi hevpeymana navnetewî nemaye.

Ofîsa ragihandinê ya serokwezîrê Iraqê derbarê civîna Sudanî ya bi serokwezîrê Holandayê Mark Rutte re daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê di civînê de behsa alîkariya hevbeş ya di navbera her du welatan de hatiye kirin.

Heman daxuyaniyê de hate gotin ku Mihemed Şiya Sudanî ragihandiye hêzên ewlekariyê yên Iraqê di astek baş de ne.

Ji bo vê jî êdî pêwîstiya Iraqê di şerê dijî DAIŞ’ê de, bi mayîna Hevpeymana Navnetewî ya li Iraqê nemaye.

Her wiha derbarê alîkariyan de di navbera Iraq û Holandayê de, hevpeyman hatine îmzekirin.

bi taybet jî di warê alîkariya çandinî û girîngîdayina teknolojiya av û avdêriyê de lijne hatine avakirin.

Li gorî daxuyaniyê serokwezîrê Holandayê jî xwesteka welatê xwe ya ji bo girîngîdayîna karê hevbeş ya bi Iraqê re dubare kiriye û pêşwaziya Sudanî ya ji bo kompanyayên Holanda yên li Iraqê girîng dîtiye.

Back to top button