NY: DAIŞ hê jî gefê li aştî û aramiya navneteweyî dixwe

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku rêxistina terorê DAIŞ’ê hê jî aştî û ewlehiya navneteweyî tehdîd dike.
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Ofîsa Têkoşîna Dijî Terorê ya Neteweyên Yekbûyî Vladimir Voronkov diyar kir ku têkoşîna welatên endam di warê fînansekirinê de encamên berbiçav derxistiye holê.

Li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê rapora dawî ya DAIŞ’ê ya ku ji aliyê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye amadekirin de civînek hat lidarxistin.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Ofîsa Têkoşîna Dijî Terorê ya Neteweyên Yekbûyî Vladimir Voronkov li vir axivî.

Vladimir Voronkov anî ziman ku bi saya pêşketinên girîng ên welatên endam pêkanîna operasyonê ya rêxistinê kêm bûye.

Voronkov amaje bi wê yekê jî kir ku di nava DAIŞ’ê de pirsgirêk hene û diyar kir ku têkoşîna welatên endam di warê fînansekirinê de encamên berbiçav derxistiye holê.

Voronkov destnîşan kir ku rezervên darayî yên DAIŞ’ê ku berê bi sed milyonan dihat diyarkirin, tê texmînkirin ku ji 10 heta 25 milyon dolarî kêm bûye.

Ji aliyê din ve Vladimir Voronkov tekez kir ku tevî pêşketinên girîng ên welatên endam, DAIŞ hê jî ne tenê li navçeyên nakok, lê bi giştî jî aşitî û ewlekariya navdewletî tehdîd dike.

Voronkov da zanîn ku rêxistina terorîst niyeta xwe ya êrîşa li derve berdewam dike.

Back to top button