Ewropa rojên herî germ ên dîroka xwe de ye.
Li gelek welatên Ewropa, ji Fransa heta Spanya, ji Îtalyayê heta Îngilîstanê, asta hişyariyê hatiye bilindkirin.
Bi termometreyên ku ji 40 pileya Celsius derbas dibûyî bandora jiyanê ya rojane jî dike.
Hişyariyên germahiya herî bilind li Fransa, Spanya, Îtalya û Îngilîstanê hatine dayîn, termometre li gelek herêman ji 40 pileya Celsius derbas bûne.
Fransayê şeva xwe ya herî germ ji dema ku tomarên meteorolojîk dest pê kirine ve dît.
Ji ber germahiya zêde, beşên Birca Eiffel û Muzexaneya Louvre ji bo mêvanan hatin girtin.
Di heman demê de xebatên li Santrala Nukleerî ya Golfech hatin kêmkirin.
Li Spanyayê, germahî li zêdetirî sed îstasyonên meteorolojîk ji 40 pileya Celsius derbas bû.
Li hin herêman, germahiya şevê jî ji 30 pileya Celsius kêmtir nebû.
Li Îtalyayê, li 15 bajaran, tevî Romayê û Mîlanoyê, alarma sor hatiye dayîn.
Zêdebûna bikaranîna klîmayê bûye sedema qutbûna elektrîkê li hin bajaran.
Li Îngilistanê, li dibistanan ders hatin betal kirin û xizmetên trênê jî hatine astengkirin.
Pispor teqez dikin ku pêla germê wê di rojên pêş de bigihîje lûtkeyê, û bandorên krîza avhewayê li Ewropayê hîn bêtir xuya bike.



