Enqere amadekariyan dike ku di meha Tîrmehê de mazûvaniya Lûtkeya Bilind a NATOyê ya krîtîk bike.
Beriya civînê, Sekreterê Giştî yê NATO yê Rûtte got:
Peymanên parastinê yên bi milyaran dolarî di rojevê de ne.
Hemû çav li Civîna Bilind a NATOyê ne ku dwê di 7-8’ê Tîrmehê de li Enqereyê were lidarxistin.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte ragihand ku di civînê de peymanên parastinê yên bi deh milyaran dolarî dê werin ragihandin.
Rutte diyar kir ku serdema nû di pîşesaziya parastinê de wê dest pê bike, ji ber ku hevalbend lêçûnên xwe yên parastinê zêde dikin.
Civîna Bilind a Enqereyê wê her wiha piştgiriya dewam a ji bo Ukraynayê û peyama hevpeymaniyê ya astengkirinê ronî bike.
Hemwextî vê peyamê bûyerek balkêş ji Washingtonê hat.
Li gorî Reutersê, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi fermî Kongreyê ji firotina motorên balafirên şer a KAAN ya Tirkiyê agehdar kiriye.
Tê gotin bihayê van bêtirî 700 mîlyon dolar e.
Her çiqas Kongre hîn jî firotinê dinirxîne, ev gav wekî peyamek girîng tê dîtin ku armanc dike hevkariya parastinê ya di navbera Enqere û Washingtonê de xurt bike.
Tê payîn ku radestkirinên destpêkê yên balafira şer a neteweyî ya yekem a Tirkiyê, KAAN, bi van motoran werin xebitandin.



