Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Centcomê ragihand ku Hêzên Amerîkayê berpirsekî pilebilind ê DAIŞ’ê li Sûriyê kuştiye.
Fermandariya Amerîkayê eşkere kir ku ev operasyona wan di 19’ê hezîranê li bakur rojavayê Sûriyê pêk hatiye û di encamê de, Elî Hesen Ilêwî hatiye kuştin.
Her wekî diyar kir ku ev operasyon di çarçoveya hewldanên Amerîkayê ji bo tunekirina terorîstên ku dixwazin êrişî Amerîkayê bikin, pêk hatiye.
CENTCOM’ê da zanîn ku Amerîka li kêleka hevkarên xwe yên herêmî, xebata xwe berdewam dike.



