Hûsiyan keştiya ‘LYCAVITOS’ a Ingilîstanê li Kendava Adenê kirin hedef

Hûsiyên Yemenê ragihandin ku wan keştiya LYCAVITOS a Îngilîz li Kendava Adenê ya li başûrê welêt xistine.
Têkildarî encamên êrîşê ti agahî nehatin dayîn, ji Îngilîstanê jî ti daxuyanî nehat dayîn.
Ji aliyeke din ve, Hûsiyan ragihandin ku hêzên Amerîka û Îngilîstanê cara duyem êrîşî bajarê Hudeyda yê li rojavayê Yemenê kirin.

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî roja Pêncşemê daxuyaniyeke nivîskî da.

Yahya Serî ragihand ku wan keştiya LYCAVITOS a Îngilîstanê ya li Kendava Adenê bi moşekekî xistine.

Serî diyar kir ku ev êrîş ji bo piştgiriya gelê Filistînê hatiye kirin.

Her wiha Serî destnîşan kir ku DYA û Îngiltere ji bo bersivdayîna êrîşên wan ên li ser Yemenê û piştgiriya ji gelê Filistînê re tedbîrên zêdetir bistînin.

Têkildarî encamên êrîşê ti agahî nehatin dayîn, ji Îngilîstanê jî ti daxuyanî nehat dayîn.

Amerika û Inglîstan cara duyem êriş birin ser Hudeydayê

Ji aliyeke din ve, Hûsiyan ragihandin ku hêzên Amerîka û Îngilîstanê cara duyem êrîşî bajarê Hudeyda yê li rojavayê Yemenê kirin.

Televîzyona El-Mesîra di nûçeyeke xwe ya ku di nava rojê de weşand de ragihand ku DYA û Îngilîstanê li herêma Beyt El-Fekîf a bajarê Hudeyda êrîşek pêk anîne.

Hûsiyên Yemenê bi piştgiriya Îranê di 31’ê Cotmeha 2023’yan de wek berteka li hember êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê dest bi girtina keştiyên bazirganiyê yên li peravên Yemenê kirin.

Amerîkayê ragihand ku di 18’ê Kanûna 2023’an de bi beşdariya komek welatan li dijî hêzên Hûsî bi hinceta ku ewlehiya bazirganiya deryayî ya cîhanî ketiye xeterê, “hêzeke peywira deryayî” ya pirneteweyî hatiye avakirin.

Hûsiyan: Tevgera keştiyên Îsraîlê li Behra Sor rawestiyan

Back to top button