Êrîşên Husiyan û hewldanên pêşîgirtinê

Piştî êrîşên Hûsiyên Yemenî yên li ser keştiyên ku girêdayî artêşa Îsraîlê, li Deryaya Sor koalîsyonek ku ji 10 welatan pêk tê hat avakirin.
Di nava koalîsyonê de Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Fransa û Îngilistan jî hene.

Wezîrê Parastina Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Llyod Austînê roja Duşemê daxuyaniyek da û got:

“Van demên dawiyê êrîşên neberpirsiyar ên Hûsiyan ên li Yemenê zêde bûne, ev yek ji bo bazirganiya serbest tehdîd e

û li ser jiyana keştîvanên bêguneh metirsiyeke mezin e û bi van êrîşan qanûnên navneteweyî binpê dikin.”

Lloyd Austînî ragihand ku ji xeynî Amerîkayê welatên weke Fransa, Îngilistan, Bahreyn, Kanada, Îtalya, Hollanda, Norwêc, Spanya û Seyşelê di nava vê koalîsyonê de cih digirin.

Li Behra Sor koalîsyoneke ku ji 10 welatan pêk tê hat avakirin

Lloyd Austînî seredana Îsraîlê kir û piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu û hevkarê wî Yoav Gallant re bang li Îranê kiribû ku piştgiriyê nede operasyonên Hûsiyan.

Hûsiyan berpirsyariya êrîşên nû yên li Behra Sor girtin ser xwe ku roja Duşemê du keştiyên girêdayî Îsraîlê hedef girtibûn.

Hûsiyan jî daxuyaniyek da û ragihandin ku wan bi balafirên deryayî li dijî du keştiyên girêdayî Îsraîlê operasyoneke leşkerî pêk anîye.

Xwediyê keştiya Norwecî a bi navê Swan Atlantîc jî ragihand ku tanker ji aliyê “cismekî nediyar” ve hatiye hedefgirtin.

Piştî êrîşan, dêwên deryavaniyan derbasbûna ji Tengava Bab el-Mendebê rawestandin ku Nîvgirava Erebistanê ji Afrîkayê vediqetîne û ji sedî 40’ê bazirganiya cîhanê ji vir derbas dibe.

Behra Sor weke otorêya deryayê ye ku Behra Spî bi Okyanûsa Hindî ve gîrê dide û bi vî awayî Ewropayê bi Asyayê ve girê dide.

Her sal nêzîkî 20 hezar keştî ji Kanala Sûweyşê derbas dibin.

Back to top button