Jinên Kurd ên şoreşger li Parîsê hatin bîranîn.
Di çalakiyan de bang li Fransayê hat kirin ku belgeyên têkildarî komkujiyê parve bike.
Tevî gelê Kurd, dostên Kurdan ên Fransî û hin hilbijartiyên Fransî jî beşdarî bîranînê bûn.
Beşdaran balkişandin ser bêhelwestiya dewleta Fransayê ya li hember bûyerê û gotin:
Eger Fransayê sûcdarên heyî zelal bikra wê Evîn Goyî, Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer şehîd nedibûn.
Bi heman awayî li Konsolosxaneya Fransayê ya li bajarê Den Haagê yê Hollandayê çalakî hebû.
Di çalakê de ji dewleta Fransayê hat xwestin ku agahî û belgeyên têkildarî komkujiyê bi dadgeh û parêzeran re parve bike.