Şandeya Yekîtiya Ragihandina Azad ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku serdana Başûrê Kurdistanê kiribû û bi Sendîkaya Rojnamevanên Başûr re peymanek îmze kir.
Yekitiya Ragihandina Azad li ser malpera xwe peymana ku ji 5 xalan pêk tê, parve kir.
Yekîtiyê diyar kir ku wê bi rêya lidarxistina kongreyan û werşeyên kar ên di navbera her du aliyan de sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê piştgiriya xwe nîşan da.
Wê di navbera aliyan de hevkarî di qada navxweyî û navnetewî de pêk were.
Her wiha bi aliyên fermî yên li Başûrê Kurdistanê re têkiliyan çêkin da ku rojnamevan bi hêsanî bi rêya dergeha Sêmalkayê derbasî Rojava bibin û jê derkevin.
Peyman li navenda Meclisa Sendîkaya Rojnamevanên başûrê Kurdistanê hate îmzekirin.