Ji bo dadgehkirinê dagirkeran jina Êzîd a 45 salî veguhêstin Tirkiyê

Li Efrîna dagirkerî, çeteyên dewleta Trik a dagirker jina Êzîdî yê ji gundê Basofanê yê Şêrewa piştî du meh ji revandinê, derbasî Tirkiyê kir.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûrî ragihand ku çeteyan jina Êzîd a bi navê Xezal Selmo 45 yê ji gundê Basofan yê navçeya Şêrewa, derbasî Tirkiyê kir.

Xezal bi hinecta bombekirina erebeya çeteyekî hatibû revandin.

Li gorî rêxistinê, Xezal di gertîgeha çeteyan de bi hovane êşkence lê hatiye kirin û bi armanca dadgehkirinê şandine Tirkiyê.

Kanûna 2020’an, çeteyan bi ser gundên Basofan, Kibaşîn û Birc Heyder girtin û gelek sivîl jî revandin.

Çeteyan li nêzê navenda Efrînê 80 darên zeytûnê birîn

Li aliyekî din, li nêzî gundê Til Tewîl yê Efrînê, çeteyan 40 darên zeytûnê yê şêniyê bi navê Mihemed Miherem yê ji gundê Kefer Şîlê birîn.

Li nêzî navenda Efrînê jî, çeteyan 40 dar ên êniyê bi navê Fayq Mihemed yê ji Çeqela yê Şiyê birîn.

Back to top button