Li Silêmaniyê, pêşmergeyan êrîşî karmendên asayîşê kirin

Li Silêmaniyê, pêşmergeyan êrîşî karmendên asayîşê kirin. Di encamê de karmendekî asayîşê jiyana xwe ji dest da û 5 jî birîndar bûne.

Di saetên sibehê de li benda kontrolê ya Tasluce ya Silêmaniyê, di navbera hêzên asayîş û pêşmergeyan de, şer derket.

Li gorî nûçeya ajansa Roj news, ji ber endamên asayîşê daxwaz nasnameyên pêşmergeyan kirin, pêşmerge bi kêran êrîşî asayîşê kirin.

Di derbarê vê êrîşê de Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê daxuyniyek da.

Asayîş diyar kir di enacma êrîşê de karmendekî asayîşê jiyana xwe ji dest da û 5 karmend birîndar bûn.

Ji bo bidawîkirina vê aloziyî asayîşê destnîşan kir ku lijnekey lêkolînê hate avakirin.

Back to top button