Şehîdên Parîsê li Bakur û Başûrê Kurdistanê hatin bibîranîn

Şehîdên Komkujiya Parîsê li Başûr û Bakûrê Kurdistanê jî hatin bibîranîn.
Li Şengal û Mexmûrê meş hatin lidarxistin.
Li Silêmanihyê jî merasîma bîranînê hebû.
Bi heman awayî li Bakurê Kurdistanê jî hersê şehîd li ser gorên xwe hatin bibîranîn.

Li Başûr û Bakûrê Kurdistanê şehîdên Komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin bibîranîn.

Li Şengal û Mexmûrê Komkujiya Parîsê bi meşên girseyî hat şermezarkirin

Bi boneya salvegerê pêkhateya Êzidî û Ereb yên Şengalê meşek lidarxistin.

Hemû pêkhate û saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî beşdarî meşê bûn.

Piştî meşê girseyê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hersê şehîdên Parîsê hatin bîranîn.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker ku plangerê esasî yê vê komkujiyê ye hate şermezarkirin.

Bi heman awayî gelê Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî meşek girseyî li dar xistin.

Di meşê de soza şopandina xeta jina azad hat dayîn.

Jinan diyar kirin ku êrişa li Parîsê li dijî xeta azadiya jinê hatiye kirin û hate destnîşan kirin ku armanca sereke ya êrişê wê bi ser nekeve.

Li Silêmaniyê û Ranyayê merasîma bîranînê hat lidarxistin

Bi heman awayî li Silêmaniyê û Ranyayê jî merasîm hat lidarxistin.

Li wir qala têkoşeriya şehîdan hate kirin û tekezî bi domandina têkoşînê hate kirin.

Piştre jî sînevîzyon li ser jiyan û têkoşîna her sê jinên şoreşger hat nîşandan.

Şehîd Cansiz, Dogan û Şaylemez li ser gorên xwe hatin bibîranîn

Li Bakurê Kurdistanê jî hersê şehîd li ser gorên xwe hatin bibîranîn.

Jinan li wir diyar kirin ku heta azadiya Kurdistanê wê têkoşîna xwe bidomînin.

Back to top button