Li Şêrewa bi boneya 4’ê Nîsanê dar hatin çandin

Bi heman boneya rojbûna Rêber Apo, li navçeya Şêrewa dar hatin çandin.
Komeleya Stêrk jî, li Kampa Serdem navendeke zarokan vekir.

Mecılsa navçeya Şêrawa, komîn û gel li gundê Dêr-cemal dar li baxçeyekî çandin.

Ev yek jî bi boneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pêk hat.

Şêniyan rojbûna Rêber Apoli hemû gelan pîrozkırın.

4’ê Nîsanê-li kampa Serdem navendek ji bo perwerdekirina zarokan hat vekirin

Dîse li Şehbayê û vê carê li Kampa Serdem, Komeleya Stêrk a Şopandin û Parastina Mafên Zarokan navendeke perwerdekirina zarokan vekir.

Navend bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo bi şehiyekê hat vekirin.

Rêvebera Komeleya Stêrk Bedîa Muslim destnîşan kir ku navend ji bo perwerdekirina zarokan di warê çandî, spor û wênsaziyê de ye.

Piştî axaftinan koma zarokan stran gotin.

Wê li Misirê derbarê fikrê Rêber Apo de panelek bê lidarxistin

Back to top button