Li başûrê Til Temirê agir bi zeviyên çandiniyê ket û ber bi rêya sereke ya Til Temir-Hesekê ve belav bû. Şewat bû sedema rawestandina demkî ya trafîkê. Tîmên awarte hewlên ji bo vemirandinê didomînin.
Îro li gundê Tel Nesrî ku li başûrê Til Temirê ye, şewatek derket û li deverên mezin ên derdorê belav bû. Hewldan ji bo vemirandina şewatê berdewam dikin.
Agir ber bi rêya sereke ya Til Teir-Hesekê ve belav bû, di encamê de dûman çêbû, dîtin kêm bû û trafîk bi demkî rawestiya.
Tîmên awarte ber bi cihê şewatê ve çûn û bi hevkariya şêniyên herêmê dest bi xebatên vemirandina şewatê kir. Hewldanên vemirandina şewatê hîna jî berdewam dikin.



