Piştî ku Komîteya Sotemeniyê mazot li ajokarên veguhastina giştî belav kir, kirêya veguhastinê di navbera bajarên herêma Cizîrê de vegeriya wekî berê.
Di rojên derbasbûyî de, ji ber qutbûn û bihabûna mazota xizmetguzariyê li herêma Cizîrê, ajokarên veguhastina giştî neçar man ku mazotê gelekî biha bikirin. Bihabûna mazotê bû sedema bihabûna kirêya veguhastina di navbera bajarên de jî.
Li ser nerazîbûn û daxwaza ajokaran, Komîteya Sotemeniyê mazot li ajokarên veguhastina giştî belav kir, di encamê de kirêya veguhastinê di navbera bajarên herêma Cizîrê de dakete asta berê.
Ajokar Mihemed Hesen El Hesen ku li ser rêya Qamişlo-Til Temirê dixebite, got ji nû ve belavkirina mazotê alîkarî kiriye ku buhayên veguhastinê dakeve asta berê û spasiya Komîteya Sotemeniyê kir.
Ajokar Ebdilselam ku rêveberê xeta Qamişlo-Amûdê ye, diyar kir ku Komîteya Sotemeniyê niha 8 lître mazotê ji bo her rêwîtiyekê vediqetîne, her wiha destnîşan kir ku qutbûna mazotê ajokar neçar kirine ku kirêya di navbera Qamişlo û Amûdê de ji 8 hezar lîreyî bikin 20 hezar. Ebdilselam bang li Komîteya Sotemeniyê kir ku para wan a mazotê zêde bike û ji bo rêwîtiyekê 20 lître bide û da zanîn ku para heyî têrê nake.



