Duh me ji were ragihand ku wê civîneke berfireh a Partiyên Kurd li Qamişloyê were li darxstin.
Îro jî ew civîn pêk hat û partiyên kurd hatin li gel hev, ji bilî ENKS’ê ku tevlî nebû.
Ew civîn bi encamnameyekê bi dawî bû.
Li gorî endamê desteya hevserokatiya giştî ya PYD’ê Aldar Xelîl di encamnameyê de, biryar hat dayin ku dê bernameyek li gorî xizmeta û berjewendiyê gelê kurd kar bike, were avakirin.
Civîna parityên siyasî ji bo nirxandina rêbazên xurtkirina yekîtiya Kurdan bi dawî bû .
Nûnerên piraniya partî û hêzên siyasî yên Kurd beşdarî civînê bûn.
Di civînê de mijarên têkildarî herêmê û rêbazên xurtkirina yekîtiya Kurdan hatin gotobêj kirin.
Aldar Xelîl: dê bernameyek li gorî xizmeta gelê kurd kar bike were avakirin
Têkildarî civînê jî endamê desteya hevserokatiya giştî ya PYD’ê Aldar Xelîl mire axivî.
Aldar Xelîl diyar kir ku hemû partiyan nerînê xwe ji bo gavên ku di pêşerojeê de werin avêtin,anîn ser ziman.
Her wiha Xelîl ragihand ku biryar hat dayin ku dê bernameyek li gorî xizmeta û berjewendiyê gelê kurd kar bike , were avakirin.



