Tevgera li bazara Hesekê di kirîn û firotinê de gelekî kêm bûye.
Piştî ku madeyên sotemeniyê biha bûne, dolar jî ne diyar e kengî rabe yan dakeve û bi daketina nirxê lîrayê Sûriyeyê bandoreke neyînî li ser tevgera bazarê tê kirin.
Derbarê sedema kêmbûna tevgera kirîn û firotinê de, welatiyan û dikandarên Hesekê nerînên xwe anîn ziman.
Wan gotin, ku kel û pel biha ne, ji bo wê ew tenê pêdiviyên xwe yên sereke digirin û wekî dîtir pereyên wan têrê nake tiştên dîtir bikirin.
Ji bo tevgera li bazarê çalak bibe welatiyan bang li aliyên têkildar kirin da ku buhayê kel û pelan têxin bin kontrolê de û buhayê madeyên sotemeniyê jî daxin.
Her wiha saziyên şopandinê karê xwe bikin, gumrik kêm bibe wê demê dibe rewşa bazarê baştir bibe.



