Li gundewarê Girê Spî mayînek teqiya û di encamê de, kesek û lawê xwe hatin kuştin.
Berî vê bûyerê bi demeke kin, xelkê heman gundî xwepêşandan kiribûn ku divê bermahiyên şer bên rakirin.
Ev der gundê Cibirlî yê rojavayê Girê Spî ye.
Xelkê gund daxwaz dikin ku bila mayîn û berhamiyên şer bên rakirin, ji ber ku gefê li jiyana tevahiya welatiyan dixwe.
Piştî vê xwepêşandanê bi demeke kin, mayînek teqiya û di encamê bav û lawê xwe mirin.
Lewra, daxwazên xelkê ji alîkariyê bûn hewldanan rizgarkirina zarokên wan ji mirinê.
JI DESTPÊKA 2026’AN VE 212 KES JI BER TEQÎNA BERHAMIYÊN ŞER MIRINE
Li gor çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan eşkere kir ku li serasnerî Sûriyê ji destpêka salê ve, 212 kes ji ber teqîna bermahiyên şer mirine, di nav wan de 81 zarok û 8 jin hene.
Ji van qurbaniyan, 191 kes li herêmên hikûmeta demkî û 21 jî li rojavayê Kurdistanê ne.



