Pêr, li ser ava çemê Firatê, bobelatek çêbû.
Bi taybet li Dêra Zorê, keştiyek li pira leşkerî qelibî..5 kes mirin û 10 jî winda ne.
Lê tevî vê jî xemsariya desthilatê berdewam e û rê li ber keştiyan nehatiye girtin.
Binêrin, ev dîmen îro ye.
Li şûna rêgirtina li ber çûnûhatina keştiyan, hîna jî tevgera wan beredewam e.
Dîsa li herêma Dêra Zorê ye ku berî 2 rojan 5 mirov lê mirine û hîna 10 windayî ne.
Lewra hişyarî hene ku eger xemasriya hikûmeta demkî dewam bike, ne dûre bûyerên bi vî rengî dubare bibin.



