Çapemeniya Israîlê nûçeyeke balkêş belav kir.
Kenala i24News eşkere kir ku tevgera Hemasê li hindirê Sûriyê vegeriyaye û hewldan tên dayîn ku rûpeleke nû li gel hikûmeta demkî ya Sûriyê veke.
Kenalê li gor çavkaniyên xwe got ku hikûmeta nû ya Sûriyê rê li ber derbasbûna çalakvanên Hemasê ji hindirê Sûriyê re negirt û hin ji wan serdana kampên filestînê yên li başûrê Şamê û herêmên din kiriye.
Her wekî da zanîn ku hin kesên ku serdana Sûriyê kirin, ji Libnan, Tirkiyê û Qeterê hatine.
Heman çavkanî dibêjin ku hin ji wan bi erkên fermî derbasî Sûriyê bûne da ku hevdîtinê li gel hin çalakvanên Hemasê bikin, bêyî ku bê zanîn ka bi agahdariya hikûmeta nû ye yan na.
Çavkanî destnîşan dikin ku hikûmeta nû ya Sûriyê tu astengiyê ji çalakvanên Hemasê yên li Sûriyê re dernaxe û ne jî wan digire.
Her wekî piştrast kir ku Rêveberiya Hemasê û hikûmeta nû nameya ji hevdu re dişînin da ku pêwendiyên nû di navbera wan çêbibin.
Di heman demê de dibêje ku biryara Tevgera Hemasê heye ku rûpelek nû li gel hikûmeta nû ya Sûriyê veke û pêwendiyên li ser bingehê rêzgirtinê ava bikin.



