Li taxa Meyser a bajarê Helebê di navbera du malbatan de pevçûn derket. Di encama pevçûnê de 3 kes birîndar bûn.
Çavkaniyên xwecih dane zanîn ku li taxa Meyser a bajarê Helebê du malbat bi hev ketin.
Çavkaniyan got, di pevçûnê de çekên sivik, navîn û bombeyên destan hatin bikaranîn.
Li gorî çavkaniyan, di encama pevçûnê de 3 kes birîndar bûn û rewşa birîndarekê jî giran e.
Her wiha ziyan li erebeyek barhilgir bû.
Çavkaniyan dane zanîn ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn 8 kes bi gumana ku destê wan di bûyerê de heye girtin û birîndar jî rakirin nexweşxaneyê.



