Di wextekî ku şerê li Rojhilata Navîn gur bûyî de, Amerîka gavekî nû yê leşkerî avêt.
Washington bi peymanekê nû sîstema Patriotan difiroşe çar welatên Kendavê.
Amerîkayê bi bihayê zêdetirî 37 milyar dolar sîstema parastina hewayî ya Patriot difiroşe hevpeymanên xwe yên li Kendavê.
Li gorî belgeyên Pentagonê, peyman bi Îmarat, Kuwêt, Qeter û Behreynê re hatiye çêkirin.
Di navbera meha Adar û Gulanê ya vê salê de gelek caran Senatoyê li ser vê firotanê hatibû agahdarkirin.
Li gorî planê, Kuwêt bi nêzî 20 milyar dolar, Îmarat bi zêdetirî 11 milyar dolar, Qeter bi 4.1 milyar dolar û Behreyn bi 1.6 milyar dolar sîstema Patriotê wê bikirin.
Patriot ji nav sîstemên parastina hewayî yên herî pêşkeftî tê hesibandin.
Ew dikare mûşekên balîstîk, cruise û balafiran di hewayê de bê bandor bike.
Ev peyaman di wextekê de pêk tê ku rojane li ser van welatan êriş pêk tên.



