Ji bo pêvajoya aştî û civaka Demokratîk, herkes li bendê ye ku deshilata Tirkiyê gavan bi avêje.
Di vê çarçoveyê de demeke trafîkek ya danûstandin tê meşandin.
Şandeya DEM Partî ya Îmraliyê, li Parlamentoya Tirkiyê bi Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî civiya.
Di dema ku nîqaşên li ser qanûna çarçoveyê û pêvajoya nû hîn jî tên kirin de, îdiayên pir cuda derdikevin.
Pervîn Buldan û Mithat Sancar li beşa MHP’ê ya li Parlamentoyê bi Bahçelî re civiya.
Hevdîtinê nêzîkî 40 deqeyî dom kir.
Piştî civînê tu daxuyaniya fermî li ser naveroka axaftinê nehat kirin.
Buldan jî got, naveroka civînê dê neyê parvekirin.
Ev hevdîtin piştî civîna duh a şandeyê, bi Wekîlê Serokê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala û Serokê Koma AKPê Abdullah Guler pêk tê.
Li gorî çavkaniyên nêzî DEM Partiyê, di navbera her du aliyan de li ser amadekirina qanûna çarçoveyê lihevkirinek heye.
Tê gotin armanc ewe ku qanûn di dawiya meha Tîrmehê an jî destpêka Tebaxê de bikeve rojeva parlamentoyê.
Her wiha hate ragihandin ku Şandeya Îmraliyê di hevdîtina xwe ya bi AKP’ê re çar daxwazên bingehîn pêşkêş kirine.
Di nav wan de berfirehkirina naveroka qanûnê, baştirkirina şert û mercên Rêber Abdullah Ocalan, avakirina mekanîzmayên pêvajoya bêçekbûnê û zêdekirina hevdîtinên li Îmraliyê hene.
Di çapemeniya Tirk de jî îdiayên cuda tên parvekirin.
Dibêjin “qanûna çarçoveyê” dibe ku were paşxistin bo meha Cotmehê.
Lê çavkaniyên nêzî DEM Partiyê van îdîayan red dikin û dibêjin ku li ser meha Tîrmehê lihevkirin heye.



