Iraq û Sûriyê li Washingtonê lihevkirinek îmze kirin
Ev lihevkirin li ser projeya boriya neftê ya Kerkûk-Banyasê bû.|
Bi vê yekê re tê armanckirin ku di ser Sûriyê re nefta Iraqê derbasî Ewropayê were kirin.
Lihevkirin ji aliyê Serokê Kompaniya Nefta Besrayê Besam Ebdulkerîm Nasir û Serokê Cîbicîkar yê Kompaniya Nefta Sûriyê Yusif Qebelî ve hate îmzekirin.
Ev proje bîrên neftê yên Kerkûkê bi Bendera Banyas a li ser Derya Spî ve girêdide û rê li ber veguhastina nefta Iraqê berbi bazarên Ewropa û cîhanê vedike.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê vê projeyê wek “qonaxek dîrokî û stratejîk” binav kir û ragihand ku kompanyên Amerîkî di bicihanîna wê de rolek sereke dê bilîzin.
Li gor planê, di qonaxa yekem de rojane heta 2 milyon bermîl neft bi rêya vê boriyê dê were veguhestin.
Boriya Kerkûk-Banyasê di sala 1952’an de hate çêkirin.
Petrola Iraqê bi rêya Sûriyê berbi Ewropayê ve dê bê şandin
Berê kapasîteya wê rojane 300 hezar bermîl bû, lê ji sala 2003’an ve xebata wê rawestiya.
Tê pêşbînîkirin ku nûjenkirina projeyê du heta sê salan bidome û lêçûna wê jî di navbera 4.5 û 10 milyar dolarî de be.
Projeyê tê dîtin ku dikare di warê enerji û aboriya herêmê de qonaxeke nû dest pê bik



