Li parêzgehên Sûriyeyê di encama teqîn, gulebaran û pevçûnên eşîran de 6 kes hatin kuştin.
Duh li herêmên cuda yên Sûriyeyê 6 kes di bûyerên ji hev cuda de hatin kuştin ku ji wan 2 endamên hêzên hikumeta demkî ne.
Li taxa El Serb a bajarê Minbicê di encamê teqîna bombeyekê de endamekî hêzên hikumeta demkî hate kuştin.
Li bajarokê El Har ê Derayê di encamê gulebaranê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat kuştin.
Li nêzî rawestgeha El Cisir a li bajarokê Sebîna yê Şamê di encamê bûyereke gulebaranê de ciwanek hat kuştin.
Ciwaneke ji bajarê El Rehîba jî di encama gulebarana çekdaran de li bajarê El Qetîfa hat kuştin.
Li bajarokê El Zeba yê parêzgeha Dêra Zorê jî di encama pevçûneke di navbera eşîran de kesek hat kuştin.
Li bajarokê El Riha yê Siwêda di encama gulebaranekê de jineke ciwan hate kuştin, hîn jî sedema bûyerê ne diyar e.



