Çavdêriya Mafê Mirovan a Suriyê, ji despêka meha Tîrmeh heya naha welatiyek Sûriyeyî ji aliyê leşkerên sînor ên Tirk ve hat qetilkirin û 26 jî birîndar bûn.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku ji serê meha Tîrmehê heta niha (16 roj), li sînorê Sûriye-Tirkiye kesek ji aliyê leşkerên sînor ên Tirk ve hat qetilkirin û 26 kes birîndar bûn.
SOHR’ê diyar kir ku kesê hatiye qetilkirin ji gundewarên başûrê ji Hesekê ye,
16 kes ji Dêrazor û 11 kes jî, ji Reqayê, dema hewl didan sînor derbas bikin hatin binçavkirin.
Li gorî SOHR’ê ciwanên ku dema hewl didan sînor derbas bikin ji aliyê leşkerên sînor ên Tirkiyeyê ve hatin sekinandin, îşkence li wan hat kirin, piştre vegerandin Sûriyeyê.



