Li bajarê Dêrikê Meclisa Malbatên Şehîdan bi merasîmekê 257 şehîd bi bîr anîn. Hate diyarkirin ku şehîd di dîroka gelan de sembolên têkoşîn û azadiyê ne, ji bo parastina nirxên wan divê nifşên nû her berxwedana wan bi bîr bînin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ji bo 257 şehn ku li dever û demên cuda de di mehên Çile, Sibat, Adar, Nîsan, Gulan û Hezîranê de şehîd bûne, merasîmek li Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê organîze kir.
Bi sedan malbatên şehîdan, endamên saziyên civaka sivîl û şêniyên bajêr di bîranînê de amade bûn.
Merasîma bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Newroz Mihemed axivî û hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anîn. Newroz diyar kir ku şehîd di dîroka têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadî û rûmetê de xwedî mîrateyeke neteweyî ne.
Newroz Mihemed da zanîn ku berdêlên ku şehîdan dane dê ji bo nifşên bê bibe jêdera îlhamê, dilsoziya bi şehîdan re bi parastina prensîbên ku wan ji bo wê berdêl dane, pêk tê.
Newroz Mihemed destnîşan kir ku şehîd ji bo gelê Kurd “xeta pîroz” in, divê nifşên bê têkoşîn, rola wan a pêşeng di parastina gel û doza gelê Kurd de bi bîr bînin.
Di merasîmê de nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî şehîdan hatin guhdarîkirin, sînevîzyoneke wêne û nasnameyên şehîdan hat nîşandan. Merasîm bi berzkirina sloganan bi dawî bû.



