Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Parêzgeha Hesekê ragihand ku dema destûrdayînê ya ji bo motorsîkletan bi dawî dibe.
Ji sibê ve, li dijî binpêkeran dê tedbîrên qanûnî werin girtin.
Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Parêzgeha Hesekê li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Li gorî daxuyaniyê,
Rêveberiya Trafîkê: Dema destûra ji bo motorsîkletan sibe bi dawî dibe
Ji sibê ve dewriyeyên trafîkê dê li nav bajar û li ser rê û rêyên sereke kontrolan zêde bikin û her motorsîkleta ku biryarê binpê bike dê tavilê were desteserkirin.
Her wiha, li dijî binpêkeran dê tedbîrên qanûnî û rêziknameyî werin bicihanîn.
Rêveberiya trafîkê ji ajokarên motorsîkletan xwest ku biryarên hatine girtin pêk bînin.
Her weke bal kişand ku armanca vê gavê ne cezadankirin e, belkî rêkxistina herikîna trafîkê û parastina jiyan û milkê welatiyan e.



