Li Parêzgeha Hesekê di çarçoveya pêkanîna xebatên entegrasyonê civînek hat lidarxistin.
Di civînê de xebatên stasyona avê ya Elok hat nîqaşkirin
Beşdaran teqez kirin ku hewldan tên kirin ta ku çareseriyeke demdirêj ji bo avê were dîtin. MIX
Parêzgarê Hesekê Nur El-Dîn Ehmed, di çarçoveya şopandina pêkanîna xebatên entegrasyonê de civînek pêk anî.
Nur EL-Dîn Ehmed bi serokê komîteya entegrasyonê ya Wezareta Enerjiyê, Xalid El-Gazî , Rêveberê Giştî yê Saziya Avê ya Hesekê, Ferhan El-Ewîs
û berpirsa komîteya entegrasyonê ya di Rêveberiya Xweser Dr. Jiyan Hesen re civiya.
Di civînê de, li gorî planên bicihanîna mekanîzmayên temamkirina entegrekirina karmendên Rêveberiya Avê û Rêveberiya Çavkaniyên Avê hatin nîqaşkirin
Her wiha beşdaran mijara rakirina destdirêjî û binpêkirinên li ser stasyona avê ya Elok nîqaş kirin



