Li herêmên Hesekê, Til Temir û Tirbespiyê xebatên paqijiya giştî pêk tên.
Digel xebatên meclisên bajar û şaredariyan, Akademiya Biratiyê jî bi kampanyayeke civakî beşdarî van xebatan bû.
Xebatên paqijiya giştî li bajarên Hesekê, Til Temir û Tirbespiyê dewam in.
Li Hesekê tîmên xizmetguzariyê li gorî plana paqijiyê xebatên xwe didomînin û di roja çaremîn de gihaştin taxa El Eskerî.
Ev xebat bi hevkariya Meclisa Bajarê Hesekê, şaredarî û saziyên civakî tê meşandin.
Armanca sereke rakirina zibale, parastina jîngehê û bihêzkirina çanda hevkariyê ye.
Li Til Temirê jî Meclisa Bajar bi Şaredariya Gel re xebatên paqijkirina taxan pêk tîne.
Di çarçoveya vê planê de kolanên Komîna Şehîd Warşîn hatin paqijkirin.
Di heman demê de Meclisa Bajarokê Qibûr El Qiracinê xebatên xwe yên paqijiyê li gundê El Dirdara domand.
Di aliyekî din de Akademiya Biratiyê li Tirbespiyê kampanyayeke paqijiyê da destpêkirin.
Rêveber û şagirtên akademiyê li kolanên sereke yên bajêr beşdarî xebatên paqijiyê bûn û diyar kirin ku armanca wan parastina paqijiya bajaran û gundan û zêdekirina berpirsiyariya civakî ye.



