Artêşa Rûsyayê bi dijwarî êrişî paytexta Ukrayna Kîevê kir.
Di êrîşên mûşek û dronan ên Rûsyayê de herî kêm 17 kes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.
Sîren di tevahiya şevê de li Kîev nesekinîn…
Rûsyayê bi dehan mûşek û bi sedan dronan êrîşeke berfireh li ser paytextê da destpêkirin.
Ukrayna: Di êrişên li ser Kîevê de 15 kes hatin kuştin û bêtirî 50 jî birîndar in
Li gorî Xizmetên Awarte yên Ukraynayê, herî kêm 17 kes hatin kuştin û bêtirî 50 kes birîndar bûn.
Li Otêlek û gelek avahiyan ziyanên mezin pêk hatin.
Hin avahî bi tevahî hatin hilweşandin, û tîmên rizgarkirinê operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo kesên ku di bin kavilan de asê mane didomînin.
Şaredarê Kîevê Vitali Klitschko ji gel xwest ku di stargehan de bimînin.
Ukrayna: Rûsya bi 74 mûşek û 500 dronan êriş pêk anî
Hêza Hewayî ya Ukraynayê ragihand ku Rûsyayê 74 mûşek û nêzîkî 500 dron bikar anîne, ku piraniya wan ji hêla pergalên parastina hewayî ve hatine xistin.
Tê gotin, gelek mûşek û dron li deverên cûda yên paytextê ketine.
Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky diyar kir ku êrîş demek dirêj hatibû plankirin û biryar da ku serdana xwe ya derveyî welêt kurt bike û vegere welatê xwe.
Li Kîevê, bi ronahiya yekem a sibehê re asta wêraniyê eşkeretir bû.



