Têkiliyên dîplomatîk ên nû di navbera Şam û Beyrûtê de bala xelkê dikişînin.
Wezîrê Derve yê hikumeta Demkî a Şamê Esed Şeybanî, di serdana xwe ya Libnanê de got:
Eger pêwist bike ew dikarin li gel Hizbullahê bicivin.
Her du welatan her wiha ragihandin ku ji bo xurtkirina têkiliyan mekanîzmayeke hevkariyê ya nû ava kirine.”
Esed Şeybanî li Beyrûtê bi Serokê Libnanê Joseph Aoun û Serokê Parlamentoyê Nebîh Berrî re civiya.
Şam: Eger pêwist bike em dikarin bi Hizbullahê re bicivin
Piştî serdanê, Şeybanî peyama “eger berjewendiyên welatê me pêwist bike em dikarin li gel Hizbullahê bicivin” da.
Her wiha teqez kir ku ew ê destwerdanê di karûbarên navxweyî yên Libnanê de neke.
Ji bo avakirina komîteyeke hevkariya hevbeş a asta bilind di navbera her du welatan de lihevkirinek pêk hat.
Balkêşe, ev serdan piştî ya Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Husên ya bo Şamê pêk hat.
Di hat îdiakirin ku Husên hişyariyên Îranê yên li ser destwerdanek Şamê ya ji bo Hizbulla ji wan re vegotiye.
“Şerê bi Hizbullahê” re di sêgoşeya Şam, tel avîv û washingtonê de maye
Û Serokê DYA Donald Trump dubare dubare ji Îsraîlê dixwaze ku mijara Hizbullahê ji Şamê re bihêle.
Şam jî îdia dike ku ew naxwazin bikeve nav şerekî herêmî û diyar kir ku pêşîniya wê aramî û normalîzekirina têkiliyên bi cîranên xwe re ye.
Hemwextî vê serdanê, artêşa Îsraîlê îro êrîşên nû yên asmanî li ser başûrê Libnanê pêk anî.



