PDK-Î: Li Pîranşarê 6 pêşmergeyên me şehîd bûn
Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê, PDK-Î, di derbarê şerê li navçeya Pîranşarê de agahî parve kir.
Partiyê ragihand ku di şerê bi hêzên rejîma Îranê re, şeş pêşmerge şehîd bûne.
Partiy daxuyand ku şevê din li gundê Qizqepan, sê kîlometre dûrî bajarê Pîranşarê, di navbera pêşmergeyan û hêzên rejîma Îranê de şer derket.
Li gorî daxuyaniya fermî ya partiyê, di encamê de;
Karo Horimziyari, Ferdîn Cengîzî, Mihemed Xakî, Ebdullah Mihemedpûr, Tiwana Osmanî û Mihemed Emîn Bayezîdî şehîd bûn.
PDK-Î got; ev koma pêşmergeyan di dema ku ji bo erkeke siyasî û rêxistinî di nava tevgerê de bûn, ketine kemîna hêzeke mezin a Artêşa Supay Pasdaran ya Îranê.
Di daxuyaniyê de her wiha tê gotin, xwîna van pêşmergeyan bingeha dewamîya têkoşîna partî û neteweyî li dijî Komara Îslamî ya Îranê ye.
Partiyê her wiha anî ziman ku bikaranîna zor, teror û çavtirsandin tenê lewaziya rejîmê nîşan dide.



