Li bajarokê Şêladizê ya ser bi Amêdiya Başûrê Kurdistanê ve, atêşa Tirk 6 ciwan binçavkirin.
Piştî rojekê ji êşkenceyê wan berdidin.
Endamê Rêxistina CPT-Amerîka Kameran Osman têkildarî binçavkirin û êşkencekirina ciwanên Başûrê Kurdistanê ya ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve agahî da.
Kameran Osman anî ziman ku doh, 6 ciwanên bajarokê Şêladizê ya ser bi Amêdiyê ve têne girtin.
Ev ciwan dema xwestin ji bo komkirina giyayan biçin leşkeran rê li wan girtine.
Leşkerên Tirkiye bi qondaxeyên çek, qawîş û zeleyan li ciwanan xistine.
Piştî êşkenceyeke giran îro ew berdan.
Kamûran dibêje ji ciwanan re hatiye gotin, eger careke din werin van herêman wê wan bikujin.
Her wiha destnîşan kir ku artêşa Tirk ne tenê êşkence li ciwanên Kurd kir, ji dewarên wan jî xistin e.
Hêjayî bibîr xistinê ye yek ji herêmên ku herî zêde ziyanên şer gihiştiyê ev herêmin û heta niha 92 gund ên dikevin vê herêmê ji aliyê artêşa Tirk ve hatine dagirkirin û rê nadin welatî vegerin ser cih û warên xwe.



