Li bajarê Silêmaniyê, di navbera Bizava Nifşa Nû û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de peymaneke siyasî hate îmzekirin.
Alî dibêjin, ev gav destpêka qonaxeke nû ya pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê ye.
Li Silêmaniyê, rêûresma fermî ya îmzekirina peymana di navbera Tefgera Nifşê Nû û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK’ê de pêk hat.
Serokê Tevgera Nifşê Nû Şaswar Ebdulwahîd û Serokê YNK Bafil Talebanî peyman îmze kirin.
Li gorî daxuyaniyên aliyan, ev peyman destpêka qonaxeke nû ya pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê ye.
Hat gotin, armanca wê afirandina guherînek bingehîn di têkiliyên siyasî û nexşeya siyasî ya herêmê de ye.
Her wiha hat gotin, armanca sereke ya vê hevpeymaniyê vegerandina hevsengiya hêzan, guherandina şêwaziya hikimraniyê û pêkanîna çaksaziyên di pergala rêvebirinê de ye.
Di axaftina xwe de Şaswar Ebdulwahîd got;
Ev qonax pêdiviya bi wêrekî û biryardana cidî heye.
Bafil Celal Talebanî jî dibêje; ev peyman di dîroka siyasî ya Kurdistanê de wekî “rojeke nû” tê hesibandin.



