Hevserokatiya Konseya Rêvebera a KCK’ê îşaret bi hevîdîtinên dawî ya Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin bo Iraq û heêma Kurdistanê jî kir.
KCK dibêje divê armanc û encamên van hevdîtinan bi eşkere bêne ronîkirin.
KCK di daxuyaniya xwe de bal kişand ser serdana Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin bo Iraqê û got;
Divê armancên van hevdîtinan bi eşkere bêne ronîkirin.
Li gorî KCK’ê, Kalin di navbera Bexda, Hewlêr û Silêmaniyê de hevdîtin pêk anîye û ev têkiliyên nû dikarin beşek ji planekê bin ku li dijî Tevgera Azadiyê tê amadekirin.
KCK’ê hevdîtinên beriya êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê bibîrxist û ev tişt anî ziman:
Beriya êrişên li ser Rojava jî hevdîtinên bi vî rengî hatibûn kirin û ji ber vê yekê divê gelê Kurd û hêzên siyasî li hemberî van pêvajoyan hişyar bin.
KCK: Iraq divê planên li dijî Kurdan qebûl neke
Hevserokatiya Konseya Rêvebera a KCK’ê bang li hikumeta Iraqê kir ku heke planek ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hebe, ew qebûl neke û rê nede ku axa Iraqê bibe bingehek ji bo operasyonên nû li dijî Tevgera Azadiyê.



