Li bajarê Silêmaniyê, di navbera Tevgera Nifşa Nû û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK de peymaneke siyasî hate îmzekirin.
Herdu alî piştrast dikin ku ev hevpeymanî gaveke stratejîke ji bo avakirina qonaxeke siyasî ya nû li Herêma Kurdistanê ye.
Avakirina li ser bingeha vegerandina hevsengiya hêz, edalet û xurtkirina baweriya welatiyan e.
Li bajarê Silêmaniyê merasîma îmzekirina peymana “Hevpeymaniya Hevsengî û Vejînê” hat lidarxistin.
Peyman di navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Newey Niwê (Nifşê Nû) de bû.
Xalên peymanê wekî naveroka peymana di navbera YNK û Tevgera Goranê de ne ku 17’ê Gulana 2016an hatibû îmzekirin.
Yek ji bendên peymanê hevkariya li ser asta parlamentoya Kurdistanê bû
Bendên hevpeymaniya di navbera YNK û Nifşê Nû de hatin aşkerekirin û li gorî vê:
Bihêzkirina karê hevpar ji bo pêkanîna saziyên fermî li ser bingehê lihevkirin û hevsengiyê.
Hevkariya li ser asta Parlamentoya Kurdistanê bû.
Avakirina Desteyeke hevpar ji bo hem çavdêrîkirin, bicihanîn, nûjenkirin û nîqaşkirina karan.
Bihêzkirina rola Parlamentoya Herêma Kurdistanê weke desthilata çavdêr û yasaydanînê.
Hevkarîkirin li ser asta Parlamentoya Iraqê.
Yekxistina helwestên siyasî ya li nava Meclisa Nûneran a Iraqê ya di derbarê mafê Herêma Kurdistanê de.
Avakirina mekanîzmayeke çavdêriya aboriya serbixwe ji bo parastina zelalî û lêpirsînê.
Bihêzkirina rola avaniyeke çavdêr, dadperwer û desteya destpakî, dûr ji destdirêjiya partiyan.
Herdu alî wê girêdayî karê hevpar bin ku ji bo rêxistinkirina karê hikûmranî ya li Herêma Kurdisatnê.
Bihêzkirina serbixwebûna desthilatên yasadanîn, dadwerî û piştrastbûn ji cihêkarî û cêwaziya navbera desthilatan.
Pêkanîna desteyeke hevpar li herdu aliyan ji bo çavdêrîkirin û bicihanîna bend û biryarên vê hevpeymaniyê.
Hevpeymanî wê ji bo pêkanîna gelek xalan bi hevre kar bikin
Li gor daxuyaniyê hevpeymanî bi hev re kar dike ji bo pêkanîna van xalên li jêr:
Vegerandina hinek pereyê ku hatiye paşxistin, lêborîna mûçeyê karmend-mamosteyan û çêkirina hesabê wan.
Kêmkirina nirxê elektirîkê û xizmetguzariyên din.
Kêmkirina bac û xercên li ser karkeran.
Peydakirina derfetên kar ji bo xwendekarên ji zanîngeh û peymangehan mezûn bûne.
Bidawîkirina temamî pirsgirêkên mamost û karmandên demkî û bi peyman.



