Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê YRK’ê nasnameya 4 hevrêyên xwe yên 28’ê Hezîranê li Mihabadê şehîd bûne ragihand.
YRK’ê diyar kir ku, di 28’ê Hezîranê de rejîma Îranê li herêma Mihabadê êrişî hêzên wan kir.
Di encamê de, 4 şervanên wan heta dilopa xwîna xwe ya dawî bi qehremanî û wêrekiyek mezin bê dudilî şer kirin û gihiştin asta şehadetê.
Her wekî anî ziman, kuştî û birîndarên hêzên pasdaran jî çêbûne, kesên payebilind jî di nav de hene.
YRK’ê di dawiyê de ji malbatên şehîdan û ji hemû gelên Kurdistanê re sersaxiyê xwest.
Agahiyên derbarê nasnameya şehîdan de wiha ne:



