Koçberên ji Serêkaniyê dê ji bo daxwaza vegera li bajarê Serêkaniyê çalakiyan li dar bixin.
Çalakî sibê li Hesekê dest pê dikin.
Koçberên ji Serêkaniyê ji ber derengmayîna pêkanîna dosyaya vegera li bajarên xwe, bi gazinc in.
Li gorî çavkaniyan, gelek astengiyên ku rê li ber vegerê digirin hene.
Astengiyên destpêkê hebûna niştecihên biyanî di malên koçberan, mayin û bermahiyên şer in.
Civînên ku di navbera Komîteya Koçberên Serêkaniyê û hikumeta demkî de tên lidarxistin jî negihaştine encamekê.
Di nava bajar de kiryarên diziyê û wêrankirina xaniyên koçberan dewam dikin.
Niştecihên biyanî jî ji bo ku xaniyan vala bikin daxwaza pereyan dikin.
Li hember taloqkirina dosyaya vegerê, koçberan ragihand ku wê ji bo daxwaza vegerê çalakiyan li dar bixin.
Çalakî sibê (5 Tîrmeh) li Hesekê bi beşdariya koçberan, rûspî, kesayetên çandî û siyasî dê bê lidarxistin.



