Komîteya Jeneratoran a Hesekê diyar kir ku nirxê her amperkê 15 hezar lîre ye û zêde nebûye.
Komîteya Jeneratoran a Şaredariya Gel a Hesekê diyar kir buhayê ampêran ê mehane ji bo 8 saetên elektrîkê di rojê de, 15 hezar lîre ye.
Her wekî aşkera kir ku xwediyên jeneratorên ku ji buhayê diyarkirî derbas bibe, dê rastî ceza û berpirsyariya qanûnî were.
Komîteyê da zanîn ku ew li ser bingeha bernameyeke xebatê ya rojane ya 8 saetan,
Mazota baş li zêdetirî 500 jeneratoran her lîtreyek bi buhayê 525 lîreyan belav dike.



