Xebata paqijiyê ku ji aliyê Meclisa Bajar a Hesekê ve hatiye organîzekirin, li taxên bajar û gundan dewam dike.
Xebata paqijiyê ku 23‘yê Hezîranê ji aliyê Meclisa Bajar a Hesekê ve hatibû organîzekirin, dewam dike.
Di çarçoveya bernameya xebatê de, îro taxên li rojavayê bajar hatin paqijkirin, piştre tîmên xebatê derbasî taxên rojhilat bûn.
Beriya 2 rojan jî bi beşdariya endamên saziyên sivîl û leşkerî Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê hatibû paqijkirin.
Xebata paqijkirinê dewam dike.



