Li Qasra Serokkomariyê ya Tirkiyeyê ya li Enqereyê Civîna 36’emîn a NATOyê dest pê kir.
Serok û wezîrên 32 dewletên endamên NATOyê di civînê de amade bûn.
Civîn dê 2 rojan berdewam bike û piştî civînê jî di navbera serokên dewletan de hevdîtin dê pêk werin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di nav de,
serokên dewlet û hikûmetan ên 32 welatên endamên NATOyê beşdarî lûtkeyê bûn.
Dê nêzîkî 100 wezîr jî beşdarî lûtkeyê bibin.
Gelek dîplomatên pilebilind û nûnerên saziyên navneteweyî jî dê li Enqereyê bin.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte dê lûtkeyê bi rê ve bibe.
Dê di lûtkeyê NATO de wê şerê ukrayna û lêçûnên parastinê werin nirxandin
Di lûtkeyê de şerê Ukraynayê, lêçûnên parastinê û paşeroja hevpeymaniyê dê werin gotûbêjkirin.
şerê Rûsya û Ukraynayê yek ji mijarên sereke yên Lûtkeyê ye
Şerê Rûsya û Ukraynayê jî yek ji mijarên sereke yên lûtkeyê ye.
Tê çaverêkirin ku serok li ser berdewamkirina piştgiriya leşkerî û siyasî ya ji bo Ukraynayê biaxivin.
Wê pêdiviyên pergalên parastina asmanî jî werin nirxandin.
Pispor: Di vê pêvajoyê de dibe ku ji lûtkeyê biryarên girîng derkevin
Li gorî pisporan, dibe ku di vê pêvajoyê de ji lûtkeya li Enqereyê biryarên girîng derkevin.
Piştî lutkeyê, Serokê DYA Donald Trump dê bi Serokkomar Tirkiyê Tayib Erdogan re hevdîtinek pêk bîne.



