Hemwextî serdana serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron a li Şamê, rêze teqîn li Şamê pêk hatin.
Li Şamê teqîn çêbûn û hêzên ewlekariyê ketin nava seferberiyê.
Heya niha hikumeta demkî ya Sûriyê der barê teqînan û encamên wê de daxuyanî nedane.
Reuters: Teqîn li nêzî otêla ku serokê Fransayê lê dimîne pêk hat
Li gorî agahiyan, li dirêjahiya rêya di navbera Pira Victoria û Meydana Umewîyîn de rêzeteqîn li nêzî Otela Forsîzin ku Macron lê dimîne, Wezareta Turîzmê û devera nêzî Pira Victoriyayê teqînan rû daye.
Teqîn hemwextî serdana serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ku duh gihaşt Şamê, rû dan.
Li gor daxuyaniya wezaretê 18 kes, di nav wan de 4 polîs, birîndar bûn
Wezareta hundirîn ya hikumeta demkî ya Sûriyê derbarê teqînan de daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniya wezaretê 15 kes di nav wan de 4 polîs birîndar bûn.
Piştî teqînan aliyên têkildar lêkolîn dane destpêkirin.
Serokatiya Fransayê piştrast dike ku rewşa Macron başe
Piştî teqînan Qesra Élysée daxuyaniyek da û diyar kir ku rewşa Macron baş e.
Ajansa Nûçeyan a hikumetê ya Sûriyeyê (SANA) wêneyên Macron li Koşka Gel a li Şamê weşand ku hevdîtinên xwe li gel Ehmed El Şera didomîne.



