Li paytexta Tirkiyê Enqerê roja duyemîn a Lûtkeya Lîderên NATO bi encamnameyekê bi dawî bû.
Di lûtkeyê de, biryarên krîtîk hatin girtin.
Ji van lêçûnên zêde ji bo parastinê û peyamek hevbeş ya têkildarî Îranê de bû.
Lûtkeya lîderên NATO bi encamnameyekê bi dawî bû.
Di wê de, careke din Rûsya weke gefa herî mezin ya ji bo ewlehiya Ewropa-Atlantîk hate destnîşankirin.
Lîderan li hev kirin ku lêçûnên parastinê zêde bikin û hilberîna pîşesaziya parastinê ya hevbeş xurt bikin.
Welatên NATOyê ragihandin ku ew ê zêdetirî 50 mîlyar dolar di kirînên parastinê yên nû de veberhênan bikin û astengiyên bazirganiyê di sektora parastinê de rakin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku welatên Ewropî û Kanada wê di nav NATOyê de berpirsiyariyek mezintir bigirin ser xwe û piştgiriya leşkerî û darayî ji bo Ukraynayê dewam bike.
Hevalbendên NATO wê 70 mîlyar Euro alîkarî bidin Ukrayna
Hevalbendan soz dan ku beriya 2026 biqede, 70 mîlyar euro alîkarî bidin Ukraynayê.
Yek ji mijarên herî sereke ên civînê Îran bû.
NATO: Divê Îran nebe xwedî çeka nukleerî
Lîderan teqez kirin ku divê Îran nebe xwedî çekên nukleerî û bang li rêveberiya Tehranê kirin ku Tengava Hurmuzê ji keştiyan re vekirî bihêle.
Bi vî awayî, Civîna Bilind a Enqerê bi biryarên ku pêşîniyên NATOyê di stratejiya wê ya ewlehiyê de, bi balkişandina ser Rûsya, Ukrayna û Rojhilata Navîn, ji nûve piştrast kirin, bi dawî bû.



